Êrîşa bombeyî li Harema Îmam Humeynî hat kirin

Hat ragihandin li Harema Îmam Humeynî ya ku li Tahranê ye kesekî êrîşkarpêşî li hawirdorê gule reşand û dû re bombeyên li ser xwe teqand.

Piştî wê êrîşa ku li Meclîsa Îranê  hat kirin re li Harema Îmam Humeynî ya ku li Tahranê ye jî kesekî êrîşkar  pêşî li hawirdorê gule reşand û dû re bombeyên li ser xwe teqand.

Hat ragihandin di encama êrîşa ku hat kirin de çend kes birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên êrîşkar  tev de 3 kes in ku 2 ji wan hatine girtin. Hat ragihandin di pevçûna ku piştî êrîşê derket de kesek miriye û 5 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin kesek ji êrîşkaran pêşî ketiye hewşa Harema Îmam Humeynî û li derdorê reşandiye û dû re li rawestgeha Metroyê  bombeyên li ser xwe teqandiye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin