Êrîşa bombeyî li mala Midûrê Çapemeniya Giştî ya Vuslat FMê hat kirin

Êrîşa bombe û molotofî li mala Midûrê Çapemeniya Giştî ya Vuslat FMê ya Edenê Gokhan Dagtekînî hat kirin. Hat ragihandin ku Dagtekîn di êrîşê de birîndar bûye.

Êrîşa bombe û molotofî li mala Midûrê Çapemeniya Giştî ya Vuslat FMê ya Edenê Gokhan Dagtekînî hat kirin. Hat ragihandin ku di bûyerê de pozê Dagtekînî şikestiye. Her wiha hat ragihandin ku êrîşger ji ciyê bûyerê revîne.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ji teref PKKyiyan ve êrîşa bombeyî li mala Gokhan Dagtekînî yê ku li Taxa Gulbahçesiya girêdayê navçeya Seyhana navenda Edenê ye kir. Bûyer di derdora 17.30an de pêk hat. Dagtekîn hewl da ku midaxaleya êrîşgeran bike lê êrîşgeran bi keviran Dagtekînî ji xwe re hedef girtin. Di encama vê bûyerê de bêvilê Dagtekînî şikest. Piştî xeber dana Dagtekînî xizmên wî hatin ciyê bûyerê. Heta ku xizmên wî hatin êrîşgerên PKKyî ji ciyê bûyerê revîn. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de zirarên madî çêbûye û rewşa Dagtekînî jî baş e.

Tê diyar kirin ji ber ku Midûrê Çapemeniya Giştî ya Vuslat FMê Gokhan Dagtekîn dîndar e wî wek hedef girtine. (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar