Li navçeya Kayapinara Diyarbekirê kesekî êrîşkar hate navenda dan û standinê û gule berda li ser AVMê de.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin îşev di derdora seat 21.20an de kesekî ku tê îddîakirin serxoş e hate navenda nan û ntandinê ya ku li Xaçarêya Yenî Halê ye. Kesê serxoş li gor agahiyan li AVMê bi xwedîyê dikanekî re nîqaş kir.Ji ber nîqaşa ku hat kirin wezîfedarê ewlehiyê yên AVMê wî derxistin derve. Kesê êrîşkar piştî demekê digel yekî din hate AVMê û berê çeka xwe da AVMê û di ser AVMê de gule berda.Kesê êrîşkar piştî berdana gulê ji cihê bûyerê dûr bû.
Li ser îxbara ku li polêsan hat kirin polês hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.Ji bona kesê êrîşkar bê girtin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)