Êrîşa Emrîka

Li Efğanîstanê Di Êrîşên Hewayî De 4 Sivîl Hatin Kuştin

Zulm û zordarî û îşgala Emrîka yên li Eğanîstanê dewam dikin. Emrîka li Efğanîstanê geh bi heqaretên eskeran yên li muqeddesatên muslumanan geh bi êrîş û bombaradimanên li ser xelkê, zulm û îşgala xwe didomîne. Îro jî li hêla rojhilata Efğanîstanê, di êrîşên hewayî de 4 sivîl ji teref hêzên Emrîka ve hatin kuştin.

Îttîfaqa hêzên rojava Nato, der heqê hadîse û hejmara kuştiyan de hê tu agahî nedaye. Roja yekşemê jî teyarên Emrîka li eyaleta Wardakê, 4 sivîlên Efğanîyên din kuştibûn. Di 28ê Îlonê de li eyaleta Helmandê jî 12 sivîl ji teref êrîşên teyarên Emrîka ve hatibûn kuştin.

Hat îfade kirin ku ji ber kuştina sivîlan, navbera hikûmeta Efğan û îdara Waşîngtonê sar û tal e. Waşîngton îddîa dike ku êrîşî mîlîtana dike. Feqet çavkaniyên herêmê û şahid diyar dikin ku kesên tên kuştin sivîl in.

Ji 2001ê vir ve, Emrîka Efğanîstanê îşgal kiriye, digel ewqas kuştin û operasyonan jî li welêt tu îstîqrar ava nekiriye, lê berevajiya vê li welêt alozî û tevlîhevî roj bi roj zêde buye. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin