Êrîşa Li Cîlvegozuyê

Di heqê êrîşa Cîlvegozuyê de 5 kes hatibûn girtin. Hat îddîakirin ku di vepirsîna wan de hatiye zanîn ku êrîşker xwe li êrîşeke din amade kirine.

Di heqê êrîşa Cîlvegozuyê de 5 kes hatibûn girtin. Hat îddîakirin ku di vepirsîna wan de hatiye zanîn ku êrîşker xwe li êrîşeke din amade kirine. Li gor îddîayan, êrîşker xwestine rê li ber alîkariyên ku li xelkê Sûriyê dibin bibirin, sûcê têxin stûyê mûxalîfan. Ji ber vê yekê jî Cîlvegozuyê ji xwe re kirine hedef. Ji bo êrîşa li Cîlvegozuyê jî 35 hezar dolar girtine.

Li ser êrîşê wiha tê îddîa kirin: 2 Bersûcên êrîşê, bi wesaîta bombekirî tên Tirkiyê. Piştî êrîşê 2 kes direvin Sûriyê. Ji bo wan li hêla Sûriyê operasyon hatiye kirin. Kesê ku êrîşê organîze kiriye, di vepirsînê de li xwe dimikurî ku birayê wî û maliyên wî alîkariya wî kirine. Li hêla Sûriyê ji teref yekîneyeke mûxalîfan ve tên girtin û teslîmî Tirkiyê dibin.

Hat îddîa kirin ku êrîşkeran xwestine li Kîlîsê, li konteynirbajara multeciyan jî êrîşekê pêk bînin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar