Êrîşa Lî Qereqolê

Lî Geverê Êrîş Lî Qereqolekê Hat Kîrîn:8 Kuştî, 18 Brîndar

Li gor xeberan hat diyar kirin, lî Gevera Colemêrgê, lî qereqoleke herêma Dağlica, ji teref mensûbên PKKê ve, êrîş hat rast kirin. Di êrîşê de, 8 esker hatin kuştin, 18 esker jî birîndar bûn.

Hat gotin ku komek PKKyî, vê sibehê, bi  roket û havana, êrîşî qereqola Yeşîltaşê kirin. Di êrîş û pevçûnê de 8 esker hatin kuştin, 18 esker jî birîndar bûn. Brîndar rakirin nexweşxana. Walîtiya Colemêrgê diyar kir ku di pevçûnê de, 10 PKKyî jî, hatine kuştin.

Wekî tê zanîn du sal berê jî, li Dağlica li qereqolekê êrîş hatibû kirin. Di êrîş de, 12 esker hatibûn kuştin. 8 esker ji alî PKKê ve hatibûn revandin û 16 esker jî birîndar bûbûn.

Li aliyê din li Hatayê, di navbera esker û mensûbên PKKê de, şer qewimî. Şer li navçeya Belenê derket. Di şer de eskerek xeddar birîndar dibe. Wî radikin nexweşxanê. Li wir can dide. Hat diyar kirin ku li ser şer, operasyon dewam dikin.

Hat diyar kirin ku li Patnosa bajarê Agirî, 3 mensûbên PKKê, ji teref hêzên emniyetê ve hatin girtin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin