Êrîşakarê Çanda Îslamî ya Quebecê hat girtin

Alexandre Bissonnetteyê êrîşkarê radîkal ê ku li Kanadayê êrîşî Navenda Çanda Îslamî ya Quebecê kiribû hat girtin. Tê diyarkirin dibe ku êrîş ji ber fealîyetên Îslamî hatibe kirin.

Hat ragihandin ku Alexandre Bissonnetteyê êrîşkarê radîkal ê ku li Kanadayê êrîşî Navenda Çanda Îslamî ya Quebecê kiribû hat girtin. Tê destnîşankirin dibe ku êrîş ji ber fealîyetên Îslamî hatibe kirin. Hewildanên medyayê yên ku piştî êrîşê diyar dikir penaberan vê yekê kirine.

Alexandre Bissonnette dema ku nimêja îşayê di Navenda Çanda Îslamî ya Quebecê de dihat kirin êrîşa çekdar li mislimanan kir û di encama êrîşê de 6 Misliman hatin qetilkirin. Alexandre Bissonnette bi sûca teşebusa cînayetê û bikaranîna çekê hat girtin.

Hat destnîşankirin Muhammed Kadîrê ku bi qetîl Alexandre Bissonnette re hatiye binçavkirin êrîşker nîne. Ew bes şahîdê bûyerê ye.  Êrîşker wek nêrînên xwe yên radîkal ên rastgir tê nasîn.

Hat destnîşankirin ku êrîşker Alexandre Bissonnette piştî êrîşê di mintiqekî hinek ji Quebecê di nav wesayîta xwe de hatiye binçavkirin. Beriya binçaviya xwe jî li polêsan geriyaye û da ku bi wan re hevkarî bike.

Hat destnîşankirin ku êrîşker di Zanîngeha Lavalê ya ku 3 kîlometre ji mizgeftê dûr e de Zanista Siyasetê û beşa antropolojiyê dixwîne. Hat destnîşankirin ku Khaled Belkacemiyê di êrîşê de hatiye kuştin jî di Zanîngeha Lavalê de profesor bûye.

Francois Deschampsê ku di saziya bi navê ‘penaberan hûn bi xêr hatin’ dixebite ragihand ku Alexandre Bissonnette bi nêrîn, fikr û ramanên xwe yên radîkal ên rastgir tê naskirin.

Her wiha hat ragihandin ku Bissonnette di medyaya civakî de Serokê DYEyê Trump û Lîderê Cepheya Neteweyî yê Fransayê Marîne Le Penê jî ecibandiye.

Hewl hat dayîn ku êrîşê bixin sitûyê penaberan

Hinek medyayên Xerbê û hesabên medyaya civakî jî piştî êrîşê wek îdraq hewl dan ku êrîşê Bashîr al-Taweed û Hassan Mattî lidarxistine. Lê ev hewldan kêrî tu tiştekî nehatibû.

Hewl hat dayîn ku vê yekê bixin sitûyê penaberan da ku biryara Serokê DYEyê Donald Trump di derbarê welatên Iraq, Sûriye, Îran, Sudan, Lîbya, Somalî û Yemenê daye de mafdar derkeve.

Navenda Îslamî ya yekemîn û herî girîng a li Quebecê

Navenda Çanda Îslamî ya Quebecê bi fealiyetên xwe yên Îslamî dihat naskirin. Li Quebecê berê jî êrîş hatibûn lidarxistin. Ev êrîşa yekemîn nîne. Berê jî ev navend bûbû hedefa êrîşan. Wekê ku tê zanîn di Meha Remezanê ya sala 2016an de jî serê berazê danîbûn li ber navendê.

Li ber têketina navendê telîsekî palstîk a wek pakêtê têde serê berazê û li serê jî nivîsa 'Bon apetîte' a ku wateya wê ‘nûşîcan bibe’ hatibû nivîsandin.

Di Navenda Îslamî ya Outaouaîsa li bajarê Gatîneauya girêdayê eyaleta Quebeca Kanadayê de di sala 2012an de çendîn caran dûçarê êrîşa çekdarî bûbû. Di meha çileya paşîn a sala 2012an de li 2 wesayîtên di otoparqê de bûn gule hatibûn reşandin û piştî çend rojan bi boyaxên spreyê li ser dîwaran wek slogan nivîsên cûnê nîvîsandibûn.

Dîsa li Kanadayê di Cotmeha sala 2016an de li qesabaya Sept-Ilesa girêdayê eyaleta Quebec’s Côte-Nordê kesekî êrîşê mescîdê kiribû. Di encama êrîşê de Quranên pîroz ên di mescîdê de û pirtûkên Îslamî avêtibûn erdê. Eşyayên li wir hatibûn texrîbkirin.

Hat ragihandin ku li bajarê Quebecê 4 mizgeft hene û ev mizgeft her tim dûçarê êrîşan dibin. Bi encama êrîşa ku li Navenda Çanda Îslamî ya Quebecê hat kirin û 6 Misliman wefat kirin re li herêmê êrîşên Îslamofobîk giha asta herî bilind.

ÎLKHA















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye