Êrîşê Maliyê Kir Ku Xelatê Bidestxiste

Rêxistina Çand, Perwerdehî û Zanistê Unesco ku bi Dewletên Yekbûyî ve girêdayîye îsal wê xelata aşîtiyê bide François Hollande yê serekê Fransa.

Rêxistina Çand, Perwerdehî û Zanistê Unesco ku bi Dewletên Yekbûyî ve girêdayîye îsal wê xelata aşîtiyê bide François Hollande yê serekê Fransa.

Di beyanata ku ji alî komîteya xelatê ve hat dayîn hat gotin ku: “Bi taybetî ji ber alîkariyên wî yên bi gelê ‘Efrîqa re û mudaxeleya wî ya ‘eskerî bi bal Maliyê ve serekê Fransa ji bo vê xelatê layîq hatiye dîtin.”

Kesên ku ji bo vê xelatê layiq tên dîtin digel xelatê 150 hezar dolar pere jî tê dayîn wî.

Li gor tê sedemê ku Fransa Malî îşğal kiriye dewlemendiyên ser û binî erdê yên vî welatî ne. Li gor hinek pisporan ev çil sale deranîna uranyuma dewleta Nîjerê şîrketa Fransa Areva di destê xwe de dihêle.

Lê belê Nîjerê pey demekî gavekî mezin avête û vê heqqê da dewletên wek Hîndîstan, Brîtanya, ‘Efrîqaya Başûr, Amerîka,, Kanada û Awusturalyayê jî. Fransa ji bo li maliyê jî heman tişt neyê serê wî dest bi vê îşğalê kir.

Fransa ji ber îşğala Maliyê ji alî ‘alema Îslamê ve gelek rexne lê hatin kirin. Gelek protesto hatin lidarxistin û le’net li Fransa hat barîn. Vêga jî Unesco xelata aşîtiyê dide serekê îşğalkera. Vê yekê dibe sedemê gelek rexneyan.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar