13 sal berê di 11ê Îlonê de li Emrîkaya ku wek dewleta herî hêzdar dihat reklamkirin, Qûleyên Cêwî û Pentagona leşkerîbûbûn hedefa êrîşên bi teyareyan. Di êrîşan de her du qûle hilweşiyabûn, teyarek bi ser Pentagona merkeza leşkerî ketibû û teyarekek jî li çola Pensîlvanyayê ketibû. Di hedîseyan de nêzî 3 hezar emrîkî hatibûn kuştin.
Pey van êrîşan coğrafyaya Îslamê tu rihetî nedî. Êrîş bûn hinceta Emrîka û hevalbendên wê ku coğrafyaya Îslamê îşğal bikin. Emrîkaya emperyalîst ewilî Efğanistanê paşê İraqê îşğal kir, Lîbyayê bombeberandin kir, li Misrê derbe hat rastkirin û Sûriye bû gola xwînê. Bi îfadeya Qondoleza Rayza wezîra wê dewrê ya karên derve ya Emrîkayê, ji Fasê heta Endonezyayê dest bi guhertina îdare û xerîteya 22 welatên îslamê hat kirin. Kurê Bûş ji bo îşgala Emrîkayê gotibû herba xaçperestan a nû ye.
Pey van êrîşan tenê li İraqê yek û nîv milyon İraqî hatin qetilkirin. Li welatên muslumanan nexasim jin û zarok bûn qurbanên van qetlîam û îşğalkirinan. Emrîkaya emperyalîst hê jî li dû planên îşğalkirinê ye.