Êrîşên Bi Bombe

Li bajarê Kerkûka a ‘Iraqê vê sibê li çar cihên cuda teqîn pêkhatin, di teqînan de di nav wan de karkerên paqijiyê jî hene neh kes mirin û sî û heft kes birîndar bûn.

 Teqîna yeka, di se’etên sibehê de li ser rêya Beğdayê û Kerkukê pêkhat. Bi teqîna wasîteyeke park kirî heft karkerên paqijiyê birîndar ketin.

Hedefa teqîna duduya jî baregeha artêşê a berê, bi navê xwe yê nû mehella Kurdan bû. Teqîn li mehella Kurdan li ber şaxa Partiya Demokratî Kurdistan pêk hat. Divê teqînê de 5 kes birîndar ketin. Teqîna sisêyan jî li hember polîsên hatin ciyê hadîseya teqîna duduyan pêkhat. Wasîteya ku bîst mitro dûrî teqîna duduyan hatibû park kirin teqiya. Di netîca vê teqînê de jî polîsek û pênc kes mirin.

Teqîna dawî jî li Kerkukê herêma Hawîce pêkhat. Li vê derê jî wasîteya bombe barkirî teqîya û di netîca vê teqînê de jî çar kes mirin û şeş kes birîndar bûn.

Gelê ku di teqînê de meğdûr bûn, ji tunebûna ewlehiyê şîkayet kirin û ji îdarevanên ‘Iraqê xwestin ku tedbîrên ewlehiyê zêdetir bikin.

Li bajarê Kerkukê beriya hilbijartina Walîyê bajêr, zêdebûna şiddetê gelek bala yekî dikşîne, hêzên ewlehiya ‘Iraqê di derbarê teqînan de lêpirsîn vekirin. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar