Êrîşên ‘Emerîka

Bi Êrîşên Teyareyên bê însan yên ‘Emerîka li gor reqemên resmî ji 2004an vir ve zêdeyê 3 hezar û 300 kesî mirin.

i Êrîşên Teyareyên bê însan yên ‘Emerîka li gor reqemên resmî ji 2004an vir ve zêdeyê 3 hezar û 300 kesî mirin. Di êrîşan de di gel ku ‘Emerîka mucahîdên Talîban û El Kaîde xistiye hedefa xwe jî bi piranî ji êrîşan însanên sivîl zerar dibînin û tên kuştin.

‘Emerîka yê îşğalker li gor gelek sazî û pisporan di van êrîşên xwe de tevî hiqûqên navdewletî îhlal dike. Xelq ji tirsa ku dê bibin hedefê Teyarên bê însan dawet û merasîmên cenazê dahî nikarin bikin. Ji 2004an vir ve di van êrîşên ‘Emerîka de zêdeyê 3 hezar û 300 kesî mirin.

Li gor ku hat beyan kirin, van êrîşên ‘Emerîka ku bi teyarên bê însan dike, tepkîya xelqê zêde dike û piştgiriya ji mucahîdan re jî zêde dibe. Xelq bi vî awayî rûyê ‘Emerîka yê munafiq dibîne.

Di êrîşan de hedefa ‘Emerîka bi piranî mucahîdên El Kaîde û Talîban in, lê belê ji van
êrîşên ‘Emerîka ji mucahîdên di cengê de pispor pirtir xelqê me’sûm zirarê dibîne û tên kuştin. Ev yek ji alî ‘Emerîka ve jî tê î’tîraf kirin. Lê belê di gel ku bi vî awayî nikare bi mucahîda jî ‘Emerîka dîsa jî van êrîşên xwe didomîne.

Gelek zana, pispor û saziyên hiqûqî yên nav dewletî jî beyan dikin ku ‘Emerîka bi van êrîşan hiqûqê navdewletî îhlal dike. Xelqê mezlûm ji ber van êrîşên ‘Emerîka êdî nikare dawet û merasîmên cenazeyên xwe bike.

Van êrîşên teyarên bê însan di sala 2004an de destpê kirin û di dema Obama de roj bi roj zêde bûn. ‘Emerîka yê ku li meydana cengê li hember mucahîdan ‘aciz û bê çare maye dixwaze bi êrîşên hewayî hebûna xwe biparêze.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be