Êrîşên ku li çapemeniyê tên kirin nayê qebûlkirin

DÎMED, êrîşa ku wek çekî û molotofî li dijî Koma Çapemeniya Dogruyê hat lidarxistin bi daxuyaniyeke çpemeniyê şermezar kir.

Komeleya Endamên Çapemeniya Diyarbekirê (DÎMED) êrîşa ku wek çekî û molotofî li dijî Koma Çapemeniya Dogruyê ya ku di binyata xwe de Rojnameya Dogruhaber, Rehber TV, Înzar, Nîsanûr, Nur Çocuk, Kelhaamed dihewîne hat kirin şermezar kir.


Di daxuyaniya ku ji teref DÎMEDê ve hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Hewldana kerrkirina bi çalakiyên tûndî yên ku li dijî saziyên çapemeniyên ji bo civakê dixebitin da ku gel agahdar bikin tên kirin bi tu wechê nayê qebûlkirin. Fikr û raman bi êrîşên çekî nayên binzextkirin. Guleberdana rûpelên sipî yên ku xwe bi pênûsan îfade dikin bes dide nîşandan ku ev yek acziyet nîne bê tehemûliya fikr û ramanan e.”

Di daxuyaniya ku bertek ji ber ku hewl tê dayîn saziyên çapemeniyê bi guleyan bidin kerrkirin hat nîşandan de  wiha hat diyarkirin: “Ji ber vê yekê em êrîşa   ku wek çekî û molotofî li dijî Koma Çapemeniya Dogruyê hat kirin şermezar dikin. Em diyar dikin êrîşa ku li dijî saziya bes armanca wê ew e ku bi şiklekî sade wek bi îlke xeberan serwîs dike hatiye kirin bi tu wechê nayê qebûlkirin.”

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Pêwîst e faîlên ku êrîşê li her cûr çapemenî û xebatên çapemeniyê dikun werin girtin. Em di vê baweriyê de ne divê ku hemî kesên ku qîmetê didin çapemeniyê bertekeke hevpar bibin nîşandan.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Bi hêviya pêşerojeke ku rûpelên rojnameyan nayên gulekirin û ekranên TVyan nayên reşkirin.  Xweda silemetî bide Koma Çapemeniya Dogruyê ya ku di binyata xwe de Rojnameya Dogruhaber, Rehber TV, Înzar, Nîsanûr, Nur Çocuk, Kelhaamed dihewîne.”(ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye