Du roj berê li Pakîstanê li bajarê Qaraçiyê, li camiyeke muslumanên şiî, êrîş hatibû kirin. Di hadîseyê de 52 muslumanên şiî hatibûn qetilkirin, 140 kes birîndar bûbûn û nêzî 200 mal û kargeh xisara maddî dîtibûn.
Li paytext Îslamabadê, li ser gaziya hereketa Wehdeta Muslimîn, muslumanên şiî derketin kolan û meydanan, riya ku diçe parlementoyê girtin. Protestovan êrîşên li muslumanên şiî protesto kirin, ji hikûmetê xwestin ku, rê li ber van êrîşan bigre û tedbîran zêdetir bike.
Serekê hereketê Allame Nasir, di xeberdana xwe de îfade kir ku, meqseda van êrîşan derxistina pevçûnên Şiî-Sunnî ye.
Du hefte berê jî li bajarê Kettayê, li muslumanên şiî êrîş hatibû kirin. Di êrîşan de 89 kes hatibûn kuştin, 180 kes jî birîndar bûbûn.
Li Pakîstanê muslumanê şiî bi piranî li Qaraçî û Belûcîstanê dijîn û zêde êrîş jî, li van bajaran li wan tên kirin.