Ji filistînîyên ku di êrîşên Îsraîla rejîma terorê de birîndar bûne ciwanekî din jî şehîd bû.
Berdevkê Wezareta Tendûristîyê Eşref El-Qûdra beyan kir ku ciwanekî filistînî yê bi navê Enes El-Hanavî, di êrîşên Îsraîla sîyonîst de giran birîndar bûbû û li Urdunê dihat tedawîkirin, îro serê sibehê şehîd bû.
Di êrîşên Îsraîla rejîma terorê yên di 51 rojê de hejmara şehîdên Ğezzeyê bû 2 hezar û 157 kes.
Ğezze bi salan di binê ambargo û êrîşên Îsraîla rejîma terorê de ye. Îsraîla sîyonîst di 7ê Temmûzê de ji hewa û behrê ve û di 17ê Temmûzê de jî ji bejahîyê ve êrîş biribûn ser Ğezzeyê. Dûwre eskerên xwe ji hêla bejahîyê ve vekişandin, lê dîsa dest bi êrîşên hewayî kiribûn. Di 26ê Tebaxê de jî li Misrê bi hinek hevdîtinên di navbera grûban de agirbestek hatibû îmzekirin û êrîş bi dawî bûbûn.