Êrîşên Li Ser Qursên Qur’anê

Îdara Çîna komunîst, li Tirkistana Rojhilat girtin ser qursên Qur’anê. Ji medyaya Çînê hat ragihandin ku hêzên dewletê girtine ser 26 qursên Qur’anê û 35 kes girtine.

Li Turkistana Rojhilat, zulma Çîna qomonîst didome.

Ji medyaya Çînê hat ragihandin ku li bajarê Ûrûmçîya Turkistana Rojhilat, 26 qursên Quranê bûne hedefa operasyonan û di van operasyonana de 35 kes hatine girtin.

Polîsê Çîna îşgalker girtin ser qursên ku perwerdeya Îslamî didan, îdarevanên qursan xistin bin çavan. Bi vêya qîma xwe ne neanîn û îddîa kirin ku 190 zarok rizgar kirine.

Tê gotin ku herî hindik 35 kes hatine girtin. Di heqê aqibeta zarokan de tu salox nayê hilanîn.

Li Turkistana Rojhilat a ku di bin îşgala Çîna qomonîst de ye, di meha Remezanê de jî li memûrên dewletê girtina rojîyê hatibû yesaxkirin û niha rê li ber perwerdeya Îslamî digrin.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin