Êrîşên Pkkê
Kesek Hat Kuştın, 18 Wesaît Hatın Şewıtandın
Şer û pevçûnên Esker û PKKê, hew zirarê dide millet. PKK ji bo propagandayê, xisarê dide millet û silametiya millet. Xelk ji serkeşiya PKKê ne razîne.
Xeberan îfade kirin ku mensûbên PKKê, li Haniya navçeya Diyarbekirê rê birîn. Wesaîtekê guhneda PKKyiyan û riya xwe dewam kir. Ji ber vê yekê jî mensûbên PKKê bi sîlehên otomatîk li wesaîtê reşand. Şofêrê wesaîtê di hadîseyê de hat kuştin, kesekî pê re jî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxana Haniyê, dûre jî sewkî Diyarbekir kirin.
Mensûbên PKKê li Tetwanê û li Bazîda Agiriyê di du şantiyan de 18 wesaît şewitandin. Şantiya li Tetwanê li herêmê ji bo riyan dixebitî. Li wir 7 wesaît hatin şewitandin. Li Bazîdê jî 11 wesaît hatin şewitandin. Li ser hadîseyê operasyon dest pê kir. Millet ji sabotajên li xîzmeta herêmê ne razîne.