Êrîşên Siyonîstan

Îsraîl Dîsa Êrîşî Qempên Multeciyan Kir: 7 Brîndarî

Siyonîst Îsraîl guhneda agirbestiyê, dîsa êrîşî du qempên multeciyan kir. Di êrîşan de 7 Fîlîstînî birîndar bûn.

Berdevkê wezareta sihhetê ya Fîlîstînê Eşref Kudra wiha diyar kir “Eskerên îşgalkerê Îsraîl, bi sîlehên otomatîk êrîşî qempên El Meğazî û El Berîcê yên li Ğezzeyê kirin. 7 Fîlîstînî birîndar hatin rakirin nexweşxana şehîdan.”

Ji hêla Îsraîl ve, der heqê hadîseyê de tu xeber nehat dayîn. Wekî tê zanîn di 21ê mijdarê de agirbestî pêk hatibû. Lê siyonîst Îsraîl car car bi êrîşan, agirbestiyê îhlal dike.

Li aliyê din serekê Hamasê Xalid Meşal, li Beyrûtê di vekirina merkeza Zeytûnê ya muracaet û lêkolînê de xeber da û îfade kir ku wê li herêma Şerîa rojavayê jî hêzên berxwedanê bicîh bibin. Xalid Meşal wiha got “Agirbestiya bi Îsraîl re, ne devberdana ji berxwedanê ye, belkî zêdekirina riyên ku dighîne zafera azadiya Fîlîstînê ye. Ji bo azadiya Fîlîstînê, hewce ye ku welatên Ereb û Fîlîstînê bi hev re hereket bikin.” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin