Êrîşî Hunermend Çiyager kirin

Hunermendê Kurd Çiyagerê ku di derbarê PKK/HDP/KJAyê de daxuyaniyên girîng dabû rastî êrîşê hat.

Hunermendê Kurd Çiyagerê ku di derbarê PKK/HDP/KJAyê de daxuyaniyên girîng dabû vê şeveqê rastî êrîşê hat.Êrîş, ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve hat kirin.

Hat ragihandin Çiyagerê ku rastî êrîşê hatiye bi derbeyên cinehan giran birîndar bûye û wî rakirine nexweşxanê.

Çiyagerê ku bi derbeyên cinehan giran birîndar bûbû rakririn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddînê Eyyubî û dûvre û wî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê kirin.Hat ragihandin ji ber êrîşê ser, dest û gelek hestiyên laşê wî şikestine. Li gor agahîyan rewşa Çiyager giran e û a niha jî di ameliyatê de ye.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer îro di seat 08.00an de pêk hat.Dema ku Çiyager ji malê xwe derdiket ji teref kesên nasnameyên wan nediyar ve êrîş lê hat kirin.Çiyager di demên dawî de di derbarê HDP/PKKê û alozî û tevlîhevîyên ku li heremê tê xwestin derxistin de agahî û daxuyaniyên girîng dabûn.

Çiyager berî niha ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîbû û di derbarê tiştên ku bûbû şahid de anîbû ziman û diyar kiribû kesên ku van rastiyan naxwazin bibînin ew ê gelek tiştan winda bikin.

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar