Êrîşkarên di Meclîsa Îranê de tev hatin kuştin

Hat ragihandin 4 êrîşkarên ku êrîşî meclîsa Îranê kiribûn bi operasyona ku hat lidarxistin hatin kuştin û qeyrana rehîneyan jî bi dawî bû.

Weke ku tê zanîn di wextên şeveqê de kesên êrîşkar ên çekdar êrîşî Meclîsa Îranê kirin û çend kesan rehîne girtin.

Arîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Huseyîn Zulfîkar  di derheqê êrîşa ku hat kirin de daxuyanî da. Zulfîkar di daxuyaniya ku da de destnîşan kir  kesên êrîşkar bi cil û lîbasên pîrekan ketina hundir  û li ser xelkê ku li wê derê bûn de gule reşandine.

Mehdî Kiyayiyê Midûrê Giştî yê Pêwendiyên Bi Xelkê yê Meclîsa Şûraya Îslamî jî  destnîşan kir Muhafizên Devrîmê rewşê xistine bin kontrola xwe û niha li meclîsê rûniştina vekirî tê kirin.

Hat ragihandin di êrîşa ku hat kirin de 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe