Hereketa Eş Şebab a ku li Somalî fe’eliyetên Îslamî dike, beyan kir ku wê ajanê Frensî Denîs Allexê ku di destê wan de rehîneye bikujin.
Çendekî berê Fransa ji bo vî rehîneyê xilaske operasyonek kiribû lê belê bi serneketibû.
Hareketê beyan kir ku: “Mucahîdên Eş Şebabê bi yekîtîya rayan qerar girtine ku wê sîxurê frensî ‘îdam bikin.”
Di beyanatê de derewa Fransa a ku Eş Şebab xwe nedaye ber muzakereyan jî hat deriwandin. Digel vê di derbarê operasyona fransa a ji bo ku rehîneyê xilaskin jî hinek me’lûmat hatin parve kirin.
Eş Şebabê beyan kir ku: “’Eskerên Fransa bi îstîxbarata ğelet hatine daxistin Çend kîlometre dûrî hedefê û van ‘eskeran di dema operasyonê de gundiyên derketine pêşiya wan jî kuştine.
Dîsa hat gotin ku: “ Di nava wan de pîrekeke yextîyar jî heye hinek gundî ji alî ‘eskerên Fransa ve hatine kuştin.”
Di encama operasyona ku bi alîkariya ‘Emerîka hatibû kirin û bê serkeftin bi dawî bibû du ‘eskerên Fransa ji alî mucahîdên Eş Şebab ve hatibûn kuştin û fotoyên yek ji yan ‘eskeran hatibûn weşandin.
Fransa, îddîa kiribû ku rehîne di dema operasyonê de hatiye kuştin lê belê Eş Şebab diyar kiribû ku di dema operasyonê de rehîne li herêmeke dinê bûye.
Tê beyan kirin ku sîxurê Fransa ji sala 2009an vir ve di destê Eş Şebab de ye.
Bangaheq