Li gor xeberan hat îfadekirin ku di şerê navbera mucahîdên eş Şebab û eskerên hikûmeta Somaliyê de, qomanderekî payebilind yê ordiya Somalî hatiye kuştin.
Hat diyar kirin ku general Muhammed Îbrahîm Farah, li nêzî Markoya bajarê rexê behrê li herêma El Waregowê, li kemîna mucahîdên eş Şebabê rast hatiye. General di şer û êrîş de hatiye kuştin.
Xeberan îfade kir ku ji 2 mehan vir ve, êrîşa herî şedîd li ordiya Somalî hatiye kirin. Wekî tê zanîn hereketa Eş Şebabê dixwaze li welêt şerîeta Îslamê hakim bike. Ordiya Somalî jî bi desteka welatên rojava, yekîtiya Efrîka li ber eş Şebabê şer dike.
www.bangaheq.net