Êş û elama ku Mislimanên Arakanî dikşînin ji hewayê ve hatin qeydkirin

Mislimanên Arakanî yên kuji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîstan ve êrîşên hovane li wan tên kirin di rêya koçê ya bi êş û elem de ne. Ew êş û elama ku Mislimanên Arakanî dikşînin ji hewayê hatin qeydkirin.

Weke ku tê zanîn artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîstan ve êrîşên hovane dibin li ser Mislimanên Arakanî. Arakaniyên ku zilm û tehdayî li wan tê kirin  ji naçarî berê xwe didin kampên li Bangledeşê. Ev koçkirin û rêwîtiya penaberên Mislimanên Arakanî ya ber bi Bangledeşê ve ji teref kamerayan ve ji hewayê hatin qeydkirin.

Di dîmenên ku hatine girtin de tê dîtin ku  Mislimanên Arakanî bo derbasî Bangledeşê bibin ber bi Nehra Nafê ve dimeşin  û di nav sed zehmetiyan de hewil didin derbasî  wî rexê nehrê bibin.

Di dîmeneke din a ku ji hewatê hatiye girtin de jî rewşa bi kovan û elemnak a kampa penaberan xuya dike. Di dîmenan de tê dîtin Mislimanên Arakanî yên ku xwe dikarin bigihînin kampan di kampan de di nava tunebûn û hezaniyê de hewil didin bijîn.

Li gor rapora ku ji teref Neteweyên Yekbûyî hatiye weşandin  hejmara Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta artêşa Mynamar û çeteyên Bûdîst reviyane û xwe spartine kampan zêdetirî 500 hezarî ye.

ÎLKHA

 




































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e