Esnaf ji bo bi tiryak û dizan re mucadele bikin civiyan

BIDLÎS - Ji ber ku li bajêr di van pêlên dawî da dizî û bikaranîna tiryakê zêde bûye esnaf li hev civiyan. Midûrê ewlehiyê jî beşdarî vê civîna dikandaran bû.

Civîn li taxa Bedîuzzeman Seîdê Kurdî li qehwexaneyekê hat kirin. Di civînê de taştê ji dikandaran re hat dayîn. Piştî xwarina taştê dikandaran derd û kulên xwe ji Midûrê Ewlehiyê Fatîh Kaya re anîn zimên.

Kaya piştî ku esnafan guhdar kir re desvtnîşan kir ji bo hizûr û aramîya dikandaran bê tesîskirin ew digel teşkîlatê tiştên ku ji destên wan tê dê bikin.

Kaya di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir polês bi tenê serê xwe têra mucadeleya bi tiryakê re nake û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di warê mucadelê de bi girtinê kar safî nabe. Ger ku çareserî girtin be em ê temamê hêza xwe seferber bikin. Lê kesê ku bi tiryakê emel dike balî û madeyên din jî bi kar tîne. Mişkîleya van a tedawiyê heye. Heta ku ew nexwazin hûn nikarin wan tedawî bikin. Ev ne tenê mişkîleya me ya temamê cîhanê ye.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye