Esnafên Sûrê ji pevçûnan re bertek nîşan dan

Esnafên ku li Sûrê ji ber ku derketina derve qedexe ye nikarin dikanên xwe vekin daxuyanîyeke hevpar dan û mexdûrîyetên xwe anîn ziman.

Esnafên ku li Sûrê ji ber ku derketina derve qedexe ye nikarin dikanên xwe vekin daxuyanîyeke hevpar dan  ji rewşê re bertek nîşan dan. Esnafan di daxuyanîya ku dan de destnîşan kirin bila pevçûn û şer demildest bi dawî bibin.

Dikandarên Sûrê li saloneke taybet civîyan û piştî civînê daxuyanîya çapemenîyê dan.Li ser navê dikandarên Sûrê, Adil Aydin  daxuyanîya çapemenîyê xwend. Aydin di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku ev bû çend roj ku ew nikarin dikanên xwe vebikin û ji ber vê yekê jî ew nikarin nan bibin malên xwe.

Aydin di berdewama daxuyanîya çapemenîyê de destnîşan kir ji pêvajo û kolana xendekan temamê heremê tesîrdar bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zehmetîya ku em dikşînin pirsgirêka Diyarbekirê ye Pirsgirêka Tirkîyê jî ji Diyarbekirê derbas dibe. Pevajoya pevçûnê ya ku di 22yê  tîrmehê de dest pê kir herî zêde zirarê da dikandaran. Me berî niha hêvî dikir ku karên me baştir bibin. Lewra îsal sûrên Amedê têkete sînora mîrasa çandî ya UNESCOyê. Me zen kir bi vî awayî ew ê behna me parîkê be jî derkeve. Lê belê ev bû 2 meh ku  xendek tên kolan, pevçûn destpêkirin û derketina derve hat qedexekirin. Dikandarên me yên ku rewşa wan nebaş bû û nikaribûn kira û baca xwe bidin a niha ji ber van tiştên ku pêk tên nikarin nan bibin malên xwe.”

Aydin di dawîya daxuyanîyê de ji ber pevçûn û şerên ku li navçê diqewimin rewşa dikandaran a xerab anî ziman û daxwaz kir demildest ev pevçûn û kolana xendekan bi dawî bibin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar