Li Entabê di gel emrê xwe yên mezin xaltiyên pîr birêkûpêkî beşdarê qursa Qur’ana Pîroz dibin. Ji ber vê yekê xaltiyên pîr diyar kirin ku ji bo ku Qur’ana pîroz hîn dibin pir kêfxweş in.
Xaltiyan destnîşan kirin ku emrê hînbûna Qur’ana Pîroz tune. Her wiha xaltiyan diyar kirin ku her roj birêkûpêk tên qursê û xeynî xwendina Qur’ana Pîroz li vir îlmîhal û zanistên Îslamî hîn dibin. Ji ber vê yekê ev xaltî di gel emrê pîr ji hemî kesan re dibin nimûne.
Pîrerkên ku emrê wan di nabeyna 45 û 60an de diguhere di Qursa Qur’ana Pîroz a Navenda Malbatê ya Hasirciogluyê de Qur’an dixwînin.
“Emrê hînbûna Qur’ana Pîroz tune”
Xaltiyan diyar kirin ku ji ber xwendina Qur’anê pir kêfxweş in. Dûvre xaltiyan diyar kirin ku emrê hînbûna Qur’ana Pîroz tune û her wiha dema ku merov bixwez e merov dikare di nav 3 mehan de xwendina Qur’ana pîroz hîn bibe.
Xaltiyan diyar kirin dema ku nû dest bi xwendina Qur’anê kiribûn xwendin zehmet bû. Lê hêdî hêdî bi alîkariya Xwedê Teala û alîkariya xoceyên wan hawîrekê germ dîtine û dest bi Qur’anê kirine.
“Jiyana me bi Qur’anê re xweşik bû”
Xaltiyan diyar kirin ku jiyana wan bi Qur’anê re xweşik bûye û heta niha di jiyana wan de kêmaniyekê hebûye. Dema ku dest bi Qur’ana pîroz kirine ev kêmanî ji holê rabûye. (ÎLKHA)