Li Diyarbekirê mitala nimêjê ya dapîrekê hemû kesê ku wê dîtin li xwe xwezand.Dapîr di mînîbûsa nava bajêran de ji ber mitala derbasbûna wextê nimêjê, nimêja xwe eda kir.Ev dîmen ji teref telefonan ve hat qeydkirin.
Rojnamegerê bi navê Firat Arslan ê ku vîdyoya dapîrê kişand diyar kir ew di wextê nimêja êvarî de li wesayîtê siwar bûye û rasta vê dîmena xweşik hatiye.
Arslan di derbarê mijarê de wiha axivî: “Çawa ku ez li wesayîtê siwar bûn xaltiya pîr bala min kişand.Di deste wê de tizbeha wê hebû û serê xwe tewandibû ber xwe, zikir dikşand.Piştî ku zikra wê xelas bû re min kir ku jê re bibêjim ka tu ji min re dua nakî, min dît ku dest bi nimêjê kir.Ez gelekî di tesîra wê de mam.Wê demê min ji xwe re got ku vê eşqa nimêjê ya dapîrê divê hemû kes bibîne û min bi telefonê dîmenên wê girt.”
Arslan piştî van ramanan guftugoya ku di navbera wan de derbas bûye wiha anî ziman: “Piştî ku nimêja xaltîkê xelas bû min jê re got Xwedê qebûl bike. Wê jî ji min re got ku ‘Tu sax bî.Min nimêja xwe nekiribû.Min tirs dikir ku nimêja min li min here û min nimêja xwe eda kir.’Ev bersiv û gotina wê ya di derbarê eşqa nimêjê de gelekî li min tesîr kir.Min jê dua teleb kir.Wê jî ji min re got ku ‘Duaya salihan…”(ÎLKHA)