Eşqa Qur’anê ya Arakaniyên ku tên qirkirin

Mislimanên Arakanî yên ku ji teref Hikûmeta Myanmarê û ji teref çeteyên Budîst ve tên qirkirindi kampên ku xwe lê spartinê de ji zarokên xwe re bi dayîna dersa Qur’anêdibin mînak.

Her weke ku tê zanîn Mislimanên Arakanî bi rê û rêbazên wehşî û hovane tên qetilkirin  û her wiha zarok û pîrekên Misliman  ev çendîn wext e ku ji teref Hikûmeta Myanmarê û ji teref çeteyên Budîst ve tên qirkirin. Temamê van kuştin, qetlîam û qirkirinan qet nabin asteng ku Mislimanên Arakanî Qur’ana Kerîm hîn bibin. Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta hikûmeta Arakanê û çeteyên Budîst xwe spartine kampên penaberan ên li sînora Bangledeşê zarokên xwe hînî Qur’ana Kerîm dikin ku ev yek jî girêdayîbûna wan a Îslamê nîşan dide.

Mislimanên Arakanî yên ku li Kampa Penaberan a Kutupalongê ya li Herema Cox Bazara Ukîaha Bangledeşê dimînin  bi destên xwe ji xwe re mescîd û medrese çêkirine û li vê mescîd û medresê him îbadetên xwe dikin û him jî  perwerdeya Îslamî didin zarokên xwe.

Di dîmenên ku di 30ê Nîsanê de hatine girtin de tê dîtin Mislimanên Arakanî yên ku li Kampa Penaberan a Kutupalongê ya li Herema Cox Bazara Ukîaha Bangledeşê dimînin  jiyana xwe di nava sed zehmetiyê de diborînin. Her wiha di dîmenan de tê dîtin telebeyên medresê bi kêfxweşiyeke mezin mêvanên xwe yên ku tên medresê pêşîwaz dikin.

Di medreseya ku hatiye avakirin de ji bo zarokên ku dersê distînin û ji bo malbatên ku di kampê de dimînin rojane xwarina germ tê çêkirin. Lê belê ji ber ku nanê ku tê çêkirin hindik e têra hemî kesî nake. Ji be vê yekê Mislimanên ku di kampê de dijîn ji temamê Mislimanên dinyayê alîkriyê teleb dikin.

Berî niha ji teref ÎHO EBRAR û Yetîm-Derê ve  bi xebat û kampanyayên ku hatibû destpêkirin  pêdiviyên mîna derman, av, erzaq û cilan ên penaberên ku li kampê bûn  hatibûn temînkirin.

Li gor agahiyên ku Myanmarî dane ÎLKHAyê hêj li  Myanmarê  zilm û zext berdewam dikin û Misliman jî ji naçarî koç dikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe