Ev 3 roj in ku li Herema Habûrê tetbîqet berdewam dike

Tetbîqata ku ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê roja duşemê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Hat ragihandin ew tetbîqata ku roja duşemê ji teref TSKyê ve li Herema Habûrê ya li Silopiya Şirnexê hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

Li herema ku lê tetbîqat berdewam dike hat dîtin di tetbîqatê de tanqên M-60, wesayîtên bi zirx ên muharebê yên antî tanqê,  2 heb topên obusê, rampayên mûşekên stîngerê, barkêşa bi zirx a personelan, barkêşên tanqan, wesayîtên alîkariya bi lez û nêzî 100 wesayît tên bikaranîn.

Îro jî li herema tetbîqatê hat dîtin ku hejmara mewzîyên ku hatine kolan zêde bûne û di wan de wesayîtên bi zirx hatine bicîkirin û derdora herema ku lê tetbîqata eskerî lê tê kirin ji teref eskerên wezîfedar ên Qereqola Cendirmeyan a Verîmliyê ve tê parastin.

Her wiha li herema tatbîqatê bo hevdîtinan kon hat vedan û di van konan de esker derheqê tetbîqata ku didomê de hevdîtinan dikin.

ÎLKHA
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin