Di daxuyaniyê de hat ragihandin êrîş di 10ê Kanûna ku lê Danezana Gerdûnî ya Mafên Însanan hatiye îlankirin de hat kirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ev êrîşa menfur jiyana însan ku ev madeya herî girîng a Mafên Însanan e û tevahiya civakê hedef girtiye.”
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşa ku hatiye kirin hat telînkirin û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Ji van çalakiyan re tu palpiştên mafdar û meşrû nikarin bibin rê û rêbaz. Li her cihê ku jiyan lê heye teqandina bombeyan ji terorê wir de sûcê însanetîyê ye.”
“Em bêdengiya sazîyên mafên mirovan ên li Xerbê bi heyret temaşe dikin”
Di berdewama daxuyaniyê de bal hatin kişandin li ser bêdengiya sazîyên mafên mirovan û dewletên Xerbê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek Cemiyeta Mafên Mirovan wê bêdengiya sazîyên Mafên Mirovan ên li Xerbê bi heyret temaşe dikin. Lewra menşeiya Danezana Gerdûnî ya Mafên Însanan ew Xerb e. Temamê raya giştî wê Xerba ku têgiha mafên însanan dadixe asta siyasî û polîtîk û wan sazîyên siwîl ên niçikên wan gelekî baş dibîne. Nedîtina van çalakîyên terorê bi şikleke aşîkar ji terorê destek dayîn e û van çalakiyan wek rê û rêbazên meşrû dîtin e.”
Di dawiya daxuyaniya ku hat dayîn de êrîşa bombeyî ya ku li Stenbolê hatibû kirin hat telînkirin û ji kesên ku jiyana xwe ji dane re rehmet, ji kesên ku birîndar bûne re şifa hat telebkirin.(ÎLKHA)