Di bernemeya dîrokî ya ku li bajarê sehabiyan hat lidarxistin de axavtinên Kurdî û Tirkî hatin axavtin.
“Em ji her demê zêdetir mihtacê Wî ne”
Mela Beşîr Şîmşek piştî ku diyar kir îro roja hemd û şikrê ye dûvre wiha axivî: “Em her sal Wîladeta Pîroz a Hz Muhemmed (sxl) pîroz dikin. Îsal em bi navê ‘Pêxemberê wehdet û biratiyê Hz Muhemmed’ li hemberê we ne. Lewra alema Îslamê rojên dijwar derbas dike. Îro hêstir ji çavên dayîkan diherike. Îro xwîna belengazan dirije. Laşên zarokan li rexê deryayan dide. Îro li ser axên Îslamê fitne û fesadî heye. Biratiya Mislimanan pere nake. Mimûn xwîna hevdû vedixwin. Îro rojên dijwar li beriya alema Îslamê ye. ji ber vê yekê em ji her demê zêdetir mihtacê Wî ne. Em ji her demê zêdetir mihtacê rêberî û şivantiya Wî ne.”
“Hemî bi hev re xwe li tenafa Xwedê Teala bigirin û nekevin tefrîqê”
Şîmşek diyar kir gelo çima Misliman bi hev re şer dikin û têketine tefrîqê. Dûvre Şîmşek wiha pê de çû: “Heta ku em sedema vê yekê dernexin holê em nikarin ji vê rewşê xelas bibin. Lê heke em çavên xwe vekin û li kelama Xwedê Teala mêze bikin em dikarin sedema vê fitne bibînin. Çima li welatê me şer û pevçûn hene? Rebbê alemê bersiva vê yekê dide. ‘Bila Misliman mixallefetiya Resûlê Xwedê Teala bitirsin. Heke tiştekê wisa bikin dê di nabeyna wan de fitne derkeve an jî dê Xwedê Teala ceza bide wan.’ Em ji vê ayetê fêm dikin ku; sedema van misîbetan nixalefetiya Xwedê Teala û yê Resûlê Wî ye. dûr ketina ji sinetê ye. Nexwe çare çiye û dê biratî çawa were tesîskirin? Em carek din guh bidin Xwedê Teala. Gelo Xwedê Teala ji me re çi dibêje? “Hemî bi hev re xwe li tenafa Xwedê Teala bigirin û nekevin tefrîqê. Heke hûn dixwazin ku yekitî di nabeyna Mislimanan de pêk were Pêxember çi daye we wê bigirin.”
“Li Diyarbekirê dersa biratî û mihebetê tê dayîn”
Şîmşek wiha pê de çû: “Îro Diyarbekir ciyê biratiyê ye. Îro li Diyarbekirê dersa biratî û mihebetê tê dayîn. Ev qad, qada biratiyê ye. Di vê qadê de dersa eşq û biratiyê, dersa yekitiyê tê dayîn. Dê işqa vê qadê fitneya agirê Sûr, Baglar, Nisêbîn û alema Îslamê vemirîne. Ji xeynê vê yekê tu rê tune. Bila hemî Misliman werin em li dora Pêxember bicivin. Em destê xwe dirêjê aşitiyê bikin. Em bîata xwe ya ji Pêxember re nû bikin.”
“Dê îro Wîladeta Pîroz dîrok binîvîse”
Ji gotarvanan Mehmet Goktaş wiha axivî: “Hemî bê edebên dinyayê, bê exlaq, xaçparêz ji hindir û derve hewl didin ku nûra Xwedê Teala bitefînin. Di wextê Herba Cîhanê a 1em de her derê welat hat îşqalkirin lê kafir nekarîne têkevin bajarê Diyarbekirê. Nekarîn têkevin bajarê Diyarbekirê. Ji bo vê yekê bê edebên dinyayê, bê exlaq, xaçparêz hewl didin ku zirarê bidin dîn û îmana gelê Kurd. Dê îro Wîladeta Pîroz dîrok binîvîse. Ev wiha bernamekê hêsan nînin. Xwedê Teala vê yekê daye nîşanê me; gotiye ‘Dê ez nûra xwe li vir ji nû ve derêxim.’ Bila tu kes îsla bi sala par re miqeyese neke. Hemd ji Xwedê Teala re ku vê dîmenê îsal jî nîşanê me da.”
“Rengê ve erdnîgarê Îslam e”
Goktaş diyar kir divê ev kesên ku livir in werin dîtin. Goktaş wiha pê de çû: “Di vê welatê de heta di alema Ummetê de hûn nikarin dîmenekê wiha bibînin. Ev alavekê hêsan nînin. Niha bi sedan rebbanî û seyda li vir in. Bi sedan alim û alimeyên me yên ku ji Medreseyên Yusufiye îcazet sitandine hene. Xuşkên me yên ku di rêyên girtîgehan de zehmetî kişandine hebûn. Îro bi sedan qîzên me yên xwedî îcazet jî hene. Em bang li qetîlên ku hewl didin nûra Xwedê Teala bi devê xwe bitefînin dikin. Hûn dê vê yekê nekarin bikin. Ji xeynî Îslamê dê reng neyê naskirin. Rengê ve erdnîgarê Îslam e.”
“Werin xwe li Muhemmed bigirin”
Goktaş diyar kir ku dixwaze bang li rêxistina ku bi hezaran ciwanan qurban daye. Goktaş axavtina xwe wiha domand: “Hûn dê çawa hesab bidin Xwedê Teala. Werin xwe li Muhemmed bigirin. Ev erdnîgar Kemalîzmê qebûl nekir. Dê sosyalîzmê jî qebûl neke. Xwe bele sebeb aciz nekin. Guh nedan gotinên me. Wellahî diyar bû ku dê felaketekê wiha bihatiba beriya me. Me lava dikir. ‘Werin dev ji vê yekê berdin. Va Misliman. Va kesên dîndar û va bajarê sehabiyan.” (ÎLKHA)