“Ev qerar bi fikarên siyasî hatiye standin û nimûneya bêberpirsiyarîyê ye”

Serokatî destnîşan kir qerara Serokê Dewleta Amerîka ya derbarê Qudsê de bi fikarên siyasî hatiye standin û nimûneya bêberpirsiyarîyê ye.

Ji qerara veguhastina sefareta Amerîka û Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlankirinê re bertek hêj tên.

Derbarê mijarê de ji teref Serokatîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin qerara ku ji teref Trump ve hatiye dayîn li gor Tirkîyê di hukmê tunebûnê de ye.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin: “Bi vê qerarê darbeyeke mezin li pêvajoya aştîyê ya li Rojhialta Navîn û hewildanên aştîyê yên Fîlîstîn-Îsraîlê xistiye. Digel vê qerarê derîyê nebaşî, neqencî û xirabîyan hat vekirin. Ev qerara ku  dê aştîya Fîlîstîn û Rojhilata Navîn ji kokê rake bi fikarên siyasî hatiye standin û nimûneya bêberpirsiyarîyê ye. Ez lenetê li vê qerara ku hatiye dayîn tînim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin