“Ev qetl wek biplan û zanedar hatiye kirin”

Serokê Bajarê Edenê yê HUDA PARê diyar kir ku Cafer Gîzliyê ku li Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref PKKyiyan ve hat qetilkirin bi şiklekî zanedar û biplan hatiye qetil kirin.

Hat diyar kirin Cafer Gîzliyê ku li Sîlîfkeya Mêrsînê di wargeha xwendekaran de ji teref PKKyiyan ve hat qetil kirin beriya qetil kirina wî çend caran wî tacîz kirine û her wiha roja ku dê ji wargehê jî veqete bi şiklekî zanedar û biplan hatiye qetil kirin.

Piştî ku cinazeya Cafer Gîzlî radikin Mirîxaneya Edlî ya Edenê Serokê Bajarê Edenê yê HUDA PARê Veysel Yavuz çû wir. Yavuz di derbarê bûyerê de ji rêvebiran zanyarî sitand û vîdyoyên di derbarê vê êrîşê de seyr kir.

Ji bo ku em di derbarê bûyerê de xwedî agah û xeber bibin me bi Yavuz re hevdîtin kir. Dûvre Yavuz di derbarê vê bûyerê de wiha axivî: “Roja ku ev zarok çûye qampê heta roja dawî bi vî zarokê re nîqaş kirine. Ji ber ku Cafer Gîzlî dîndar bû nimêj kiriye. Ji ber vê yekê wî ji roja ewil heta roja dawî tacîz kirine. Cafer, di gel hemî nîqaş û tacîzan sebir kiriye. Roja herî dawî jî xwendekarên ku hatiye diyarkirin PKKyî ne jî ji bo ku ceza bidin Caferî amadehî kirine û bi dar û kêrên di destê xwe de êrîşê li tesîsên avahiyê kirine û caman şikandin e. Di êrîşê de Cafer ji bedena xwe derbên kêrê hilaniye û birîndar bûye. Cafer di encama vê êrîşê de mixabin jiyana xwe ji dest daye.”

Yavuz dûvre bi partîyî û malbata Gîzlî re cinazê ji Mirîxaneya Edlî ya Edenê hilanîne û ji bo ku werin Amedê bi rê ketine.

Hat ragihandin ku dê cinazeyê Gîzlî li Gundê Qubîka Çinarê li kêleka gundiyekî yê ku di salên 90an de ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin were defin kirin. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar