“Ev teşebûsa darbê esera eqla DYE, Îsraîl, YE û emperyalîstan e”

DİYARBEKİR - Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Cemîyeta Mustezafan Osman Aktaş di derbarê teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîkayê hatibû kirin de daxuyaniyek da û diyar kir ev teşebûsa darbê esera eqla DYE, Îsraîl, YE û emperyalîstan e.

Ji teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmehê de bi piştevaniya Emrîkayê hatibû kirin re bertek didomin. Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Cemîyeta Mustezafan Osman Aktaş diyar kir di pişta perdê de esera eqla DYE, Îsraîl, YE û emperyalîstan heye.

Osman Aktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê hikûmet têkilîyên xwe yên bi DYE, Îsraîl û YEyê re ji ber çavan derbas bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku hikûmet têkilîyên xwe bi emperyalist û sîyonîstên ku di pey vê darbê de ne re ji ber çavan derbas bike.Lewra em vê teşebûsa darbê weke teşebûsa darbê ya ku ji teref komek esker ve hatiye kirin nabînin.Di pey vê de miheqeq hêzên derve hene. Ev eqla DYE, Îsraîl, YE û emperyalîstan in.Divê hikûmet dost û neyarê xwe nas bike.”

Aktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir teşebûsa darbê ya eskerî ne tenê li siyasetê hatiye kirin bi heman awayî li  xelkê Misliman a Tirkiyê hatiye kirin, rawestîna xelkê temamê planan xera kir.

Aktaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji hedefên herî mezin a darbekaran îmama xelkê Misliman e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev teşebûsa ku ji derve destekê distîne weke darbeya 12ê Îlonê, îmana xelkê Misliman a Tirkiyê ji xwe re kiribû hedef.Li Tirkiyê çend pîrên gêj ji bo wan qetlîam û zilmên ku zihnîyeta kemalîst bi salan kiribûn tetbîq bikin û ji bo nefsa xwe ya pîs û gemar tatmîn bikin êrîşî xelkê kirin.”

“Silav li xelkê ku li dijî zaliman li ber xwe didin”

Aktaş di berdewama axavtina xwe de got ‘Rebbê min!Tu vê zihniyetê qehr û perîşan bike’ wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di serî de ji birayê xwe Mehmet Karaaslan û wan kesên din ên ku bi berxwedaneke bi izzet canê xwe danîne meydanê re ji Xweda Teala rehmet ji malbatên wan re jî sebrê niyaz dikin.Her wiha em ji wan birayên xwe yên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin. Silav li xelkê ku li dijî zaliman li ber xwe didin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye