Evîndarên Pêxember dest bi bernameyên Wîladeta Pîroz dike

Evîndarên Pêxember di bergeha bernameyên Wîladeta Pîroz de bernameya xwe ya heftiya yekemîn diyar kir. Bernameya Wîladeta Pîroz a yekemîn dê li Gundê Dêrindbê were tertîpkirin.

Evîndarên Pêxember di bergeha bernameyên Wîladeta Pîroz a sala 2017an de bernameya xwe ya heftiya yekemîn diyar kir. Bernameya Wîladeta Pîroz a yekemîn dê li Gundê Dêrindbêya girêdayê navçeya Gercewsê ye were tertîpkirin.

Serokê Giştî ya Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul di derbarê bernameyên dê werin lidarxistin de daxuyanî da. Akgonul, diyar kir ku heta niha 250 navend ji bo ku bernameya Wîladeta Pîroz lidar bixin li platformê serîlêdan kirine.

Akgonul, diyar kir ku hema hema amadehiyên di bergeha bernameyên Wîladeta Pîroz a sala 2017an de biqede. Akgonul wiha ragihand: “Wek Platforma Evîndarên Pêxember her salê li nêzî temamê bajaran de, li sedan gund û bajarokan bernameyên Wîladeta Pîroz di nav kêf û şahiyê de tê lidarxistin û dê ev yek îsal jî bidome.”

Akgonul wiha diyar kir: “Îsal gotarvanên ku dê îştîraqê bernameyên Wîladeta Pîroz bibin dê ji gel re qala hişmendiya heq û edaleta Pêxember bikin. Lewra em ji her wextê zêdetir mihtacê heq û edaletê ne û heke em rêya heq û edaletê ya Pêxember (as) ji xwe re bikin pîvang wê çaxê dê em xelas bibin.”

Her wiha Akgonul diyar kir ku heta niha 250 navend ji bo ku bernameya Wîladeta Pîroz lidar bixin li platformê serîlêdan kirine. Dûvre Akgonul ragihand ku dê bernameya Wîladeta Pîroz a yekemîn a sala 2017an li Gundê Dêrindbêya girêdayê navçeya Gercewsê ye were tertîpkirin.

Akgonul di dawiya axavtina xwe de anî bibîranîn ku pêşbaziya helbes û gotaran hêj didome. (ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe