Evîndarên Pêxember ew ê li gelek bajaran ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” daxuyanî bide

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ew ê li gelek bajaran ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” daxuyanî bê dayîn. Weqfê bang li temamê xelkê kir da ku beşdarî bernameya daxuyanîya çapemenîyê bibin.

Ew ê di 14ê Nîsanê roja înê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve di heman wextî de li gelek bajaran piştî nimêja înê ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” daxuyanî bê dayîn.

Fewzî Aydinê Serokê Medya û Danasînê yê Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ê di 14ê Nîsanê roja înê piştî nimêjê ji teref weqfa me ve di heman wextî de li gelek bajaran ji ber minasebeta “Roja Qudsê ya Cîhanê” daxuyanî bê dayîn.

Aydin di berdewama daxuyanîya xwe de bang li Mislimanan kir da ku beşdarî bernameyê bibin û navên bajarên ku ew ê lê bername bê tertîpirin wisa da: “ Diyarbekir-Mizgefta Mezin, Êlih Kolana Gulistan, Stenbol Mizgefta Fatîh, Wan Mizgefta Mezin, Edene- Qada Beşocak, Riha-Mizgefta Dergah, Entabê Mizgefta Mezin, Qonya- Meydana Mewlana ya Mizgefta Siltan Selîm, Qayserî- Camîya Burungaz, Xarpêt-Meydana Cumhurîyet, Şirnex- Mizgefta Huzurê ya li Cizîrê, Bîngol Mizgefta Mezin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye