Evîndarên Pêxember ji kovara 'Girgir'ê rereaksiyon nîşan da

Platforma Evîndarên Pêxemberji karîkatura kudi kovara Girgirê de hat weşandin û tê de ji Hz. Mûsa û nirxên Îslamê re heqaret dihat kirin re reaksiyoneke tund nîşan da.

Di daxuyaniya ku di derbarê karîkatura ku hatiye weşandin de hat dayîn de ji heqareta ku hat kirin bertek hat nîşandan û  hat diyarkirin ji kîjan pêxemberî tê kirin bila bê kirin  ferq nake  ev heqaret nayên  qebûlkirin.

 “Ev kovara ku karîkaturên bi qustaxî diweşîne hewil dide ku Mislimanan tahrîk bike”

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin temamê pêxemberên Xwedê bi wezîfeya rîsaletê şev û roj ji bo xelasiya însanetiyê xebitîne û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Çawa ku di heyama wan de kesên ji wan bawer nekiribin û nanqorî kiribin  hebin dîsa di îroya me de jî heman însan hene. Ev cûr însan dema ku firsetê dibînin heqaretî muqaddesatan dikin. Kovara Girgirê ya ku aîdî koma ku Rojnameya Sozcuyê derdixe ye  di derheqê Hz. Mûsa de karîkatureke sosret weşandiye.  Ev kovara ku karîkaturên bi  qustax diweşîne  tinazên xwe bi pîroziyên me Mislimanan dike û hewil dide Mislimanan tahrîk bike. Em wek Platforma Evîndarên Pêxember  vê êrîşa bi qustax şermezar û telîn dikin. Û em wan dijminên pêxember  bi agirê cehennema Rebbê xwe ya  ku ‘sotemeniya wê kevir û însan’ in mizgîndar dikin. Lewra ev êrîş  alamet û nîşane ne ku ji teef   kesên ku hebûna muqaddesatan tehemûl nakin û kîndar in ve tên kirin. Em ji van êrîşkaran re dibêjin; hûn bixwazin û nexwazin jî dê Xweda nûra xwe temam bike.Naxe bi kîn û nefreta xwe bicehimin.”

Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de heqareta ku hatiye kirin hat tel’înkirin û hat destnîşankirin divê hemû kesên ku bawerî bi Xweda û pêxember anîne ji vê heqaretê re bertek û reaksiyon nîşan bidin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe