Evîndarên Pêxember peyama teşekurê weşand

Platforma Evîndarên Pêxember a ku ji kesên ku beşdarê bernamê bibû û keda wan di lidarxistina bernameya Wîladeta Pîroz de hebû re teşekur kir û diyar kir ku gelê Êlihê carek din îspat kir ku ji Pêxember hez dikin.

Platforma Evîndarên Pêxember, ji kesên ku beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê’ li Êlihê hat lidarxistin û kesên ku ji bo lidarxistina bernameyên emek dane re teşekur kir.

Serokê Nasandin û Medyayê yê Platforma Evîndarên Pêxember Fevzî Aydin, destnîşan kir ku digel hewaya ba û baran wan bê pirsgirêk bernameyê qedandine. Ji ber vê êyekê Aydin diyar kir ku ew pirr kêgxweş in.

Aydin diyar kir ku di gel şert û mercên neyînî yên hewayê wan bi şiklekî bê pirsgirêk bernameyê qedandine. Dûvre Aydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re ku me îro dawî li bernameya xwe ya Wîladeta Pîroz a sala 2017an anî. Îro bayeke pirr bi hêz hebû. Hemd ji Xweda re ku pirsgirêk derneket. Gelek kes beşdarê bernamê bibûn.”

Aydin diyar kir ku qad ji gel hatibû dagirtin û dûvre wiha pê de çû: “Hinek hemwelatî jî di zeviyên vala de bernamê seyr dikirin. Di rojeke wiha a bixêr de di rojeke wiha ya ku Qendîla Mîracê heye de ji ber ku me bernameya Wîladeta Pîroz lidar xistiye em pirr kêfxweş in. Xweda ji kesên ku di vê rojê de ji bo xatirê Resulullah (sav) hatine vira û me neşikandine razî bibe. Em teşekur ji kesên ku keda wan di bernameya Wîladeta Pîroz de hene û ji gelê me re dikin.” (ÎLKHA) 






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe