Ji teref Serokatiya Bajêra Aksarayê ya HUDA PARê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku beşdarî bernameya fitarê ya partiya xwe bû di derheqê qeyrana Qatarê û di derheqê wan çekên ku ji teref Erebistana Siûd ve bi çend milyar dolaran hatine standin de nirxandinan kir.
Yapicioglu di axavtina xwe de başan kişand li ser hevpeymana çekan a ku di navbera Erebistana Siûd û Amerîka de bi çend sed milyar dolaran hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wisa xuya dike ku ew ê tu carî ev çekên ku hatine standin li dijî wan kesên ku dijminê ummet û baweriya ummetê ne neyên bikaranîn.”
“Ger em ê van çekan li hember hev bikar bînin çima em van çekan distînin?”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di derheqê rageşiya di navbera Qatar û welatên kendavê de wiha axivî: “ Heta îro di temamê wan bernameyên ku ez beşdarî wan bûm de min hewil da qala meseleyên rojane bikim. Encax ji ber wan geşedaniyên dawî yên li Kendavê min xwest nirxaninekê bikim. Li Kendavê geşedan çêdibin. Jixwe em bi gelek mesele û zehmetiyên ku canê ummetê dişewitînin re rû bi rû ne. Li her derê alema Îslamê ji teref şubeyên kufrê ve cûrbecûr zilm li ewladên ummeta Îslamê dikin. Ev jî ne bas e li kêleka me şereke navxweyî ya ku ev 6 sal e li Sûriyê berdewam dike heye. Ji ber vê şerê zêdetirî 10 milyon birayên me yên Sûrî mecbûr man war û cihên xwe biguherînin û nêzî milyonek însan jî jiyana xwe ji dest da. Ev jî ne bes e dîsa li Kendavê tevlîhevî û kaos tê derxistin. Hêj berî vê çend heftiyan hevpeymana çekan a ku nirxa wê zêdetirê 100 milyar dolar bû hat kirin. Lê belê wisa xuya dike ku ew ê tu carî ev çekên ku hatine standin li dijî wan kesên ku dijminê ummet û baweriya ummetê ne neyên bikaranîn. Ger em ê van çekan li hember hev bikarbînin me çima stand?”(ÎLKHA)