“Ew cezayên ku ji tacirên tiryakê re tên dayîn ne tirsdêr in”

Serokê Şaxa Mêrdînê yê Yeşîlayê Lutfu Gunluogluyê ku diyar kir her roja ku derbas dibe bikaranîna tiryakê zêde dibe derheqê xetereya bikaranîna tiryakê de wisa got: “ Ticareta tiryakê sûceke gelek mezin e lê ew cezayên ku tên dayîn netirsdêr in.”

 “Ji hilberînerên tiryakê re cezaya îdamê ”

Gunluoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku cezayên ku tên dayîn netirsdêr in hilberîn û tîcareta tiryakê nikare bê astengkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê ew cezayên nexasim li dijî hilberînerên tiryakê bên zêdekirin. Li hinek welatan ji hilberînerên tiryakê re cezaya îdamê tê dayîn.  Hilberîna tiryakê digel ku li Tirkiyê sûceke mezin be jî cezayên tirsdêr nayên dayîn ku ev yek  jî pêşiya ticareta tiryakê nagire.”

Gunluoglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir dawî li tiryakê anîn bi serdegirtina li ser malan de û zêdekirina vekirin navendên tedawiyê nayê anîn û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Divê çirav û teqana tiryakê ango kahniya wê bê çikandin. Dewlet carinan di vî warî de carinan teşwîqê dike û carinan wek nexweşiyeke nabîne û carinan jî xwe li kerritiyê dideyne.”(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe