Ew ê di derheqê qezayên li Licê de mufettiş bên erkdarkirin

Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoydestnîşan kirew ê Wezareta Karên Hundir di derheqê 2 qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de mufettiş erkdar bike.

Ji teref Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy ve di derheqê qezayên ku li Licê wesayîtên bi zirx ên polêsan tevlî bûbûn de daxuyanî da.

Aksoy di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ji Midûrtiya  Giştî ya Ewlehiyê  2 serokên daîrê hatine Diyarbekirê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di encama qezayên ku pêk hatin de welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Xweda rehma xwe li wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane bike. Serdozgeriya me ya komere di derheqê van qezayan de lêpirsîna pêwîst daye destpêkirin. Ji Midûrtiya  Giştî ya Ewlehiyê  2 serokên daîrê hatine Diyarbekirê û lêkolîna pêşî kirin. Ew ê di demeke kurt de mufettişên me li ser meselê bi şikleke hurgilî birawestin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin