Ew ê di Hefteya Mistez’efan de bernameyan dê bên tertîpkirin

Cemîyeta Mistez’efan bi minasebeta Hefteya Mistez’efan ku hefteya 3yemîn a meha Adarê ye bi Hefteya Mistez’efan a Cîhanê hatîye îlankirin, li gelek bajar û navçeyan dê bernameyan tertîp bike.

Cemîyeta Mistez’efan, di hefteya 3yemîn a meha Adarê ya ku Hefteya Mistez’efan ya Cîhanê ye de, ew ji bona ku pirsgirêk û zilmên ku mezlumên cîhanê kişandinê bal bikşînin di temsîlkarîyên xwe de temaşexaneya fotoxraf, panêl û konferansan plan dikin.

Murat Aslanê Serokê Giştî yê Cemîyeta Mistez’efan derheqê bernameyên ku di Heftaya Mistez’efan de bê tertîpkirin de û derheqê armancên xwe de agahîyan da, ew got ku armanca wan yên pêşî ew e ku êş û elemên ku hatine kişandin bila nesla nû jî hîn bibin û ji wan re bidin naskirin.

Aslan bi bîr anî ku hefteya 3yemîn a meha Adarê Hefteya Mistez’efan ya Cîhanê hatîye îlankirin û weha axivî, “Em di navbera heftaya 16-23yê Adarê yê ku Hefteya Mistez’efan ya Cîhanê de ji bona ku pirsgirêk û zilmên ku mezlûmên cîhanê kişandinê bi bîr bînin û ji bona ku di hişên mirovan de bi cîh bigre bernameyan plan dikin. Dema ku Xwedê Teala bike nisîp em ê li cîhên ku temsîlkarîyên me hene bernameyên ku wek temaşexaneya fotoxraf, panêl û konferansan bikin plan dikin.”

“Armanca me ev e ku bila nesla nû zalim û mezlûman nas bike, zanibe û li gorî vê hereket bike”

Aslan di axavtina xwe de got ku armanca wan yê di van bernameyan de ev e ku bila zilm û pirsgirêkên ku mezlûmên cîhanê kişandine bila di hişan de neyê ji bîr kirin û bila neyê bîrvakirin e û ew weha berdewam kir, “Bi encamî em bi civakî mecburin ku zalim û mezlûman nas bikin. Dema ku em di hizûra Rebbê zilcelal de kom bibin em ê an li alîyê zaliman an jî li alîyê mezlûman bi cîh bigrin. Daxwazîya me ev e ku em li alîyê mezlûman bi cîh bigrin. Wan kesên ku li Xelepçeyê bi kîmyasalan hatine qetilkirin mezlûm in, Seddam Huseyîn ê ku vê tiştê kirîye jî zalim e; Şêx Ahmed Yasîn ê ku bi kursîya xwe li hewşa mizgeftê hatîye şehîdkirin mezlûm e, çeteya sîyonîst ê ku wî şehîd kirîye jî zalim e; bi ‘eynî şeklê Efrîqayê ku me’denên wan yên ku di binê ‘erdê an jî li ser ‘erdê de hatine talan kirin mezlûm in, Xerb a ku ev tiştê di binê navê heq-aşîtî û azadîyê de dike jî zalim e. Xulase nesla nû lazim e ku zalim û mezlûman nas bike, bizanibe û li gorê wê hereket bike. Ji bona ku em însanin wezîfe û mesulîyetên me heye. Nîşandana zilm û pirsgirêkên ku mezlûm kişandine ji bona wan hurmetek e.”
Ew ê di Hefteya Mistez’efan de bernameyan dê bên tertîpkirin

“Zilm û îxlalkirina heqên ku tên kirin, belavkirina ji cîhanê re wezîfeya me ye”

Aslan di axavtina xwe de got ku ev zilm û mezlûmîyetên ku tên kişandin di nav hefteyekî de bi bernameyan bê nîşandan û bê bi bîr anîn kêmasîye û qîm nake ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Me daxwaz dikir ku ev mesele bila di rojevê da be, ji bona mezlûm û zalim bên naskirin gelek bername û fealîyetan bên tertîpkirin. Feqet hefteyekî yê ku bi taybetî ji bona vê meseleyê hatîye cudakirin û hatîye îlankirin û rojev li gorî vê tiştê bê dîyarkirin, fikirandina çareserîya pirsgirêk û zehmetîyên ku hene, ji bona gavên ku derheqê vê meseleyê de bên avêtin xebatekî gelek xweş e. Dema ku hinek be jî zilm û heq xwarina ku niha tê kirin, ji bona ku ji cîhanê re bê belavkirin, dengekî bê avakirin û ji bona ku civak ji vê rewşê agahdar bibe ji bona me wezîyefek e.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe