“Ew ê HAMAS bi tu şiklî axên xwe nedî îsraîl”

Usame Hamdanê Berpirsiyarê Têkîliyên Derve yê HAMASa ku Hareketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê yê ku ji bo ziyaretinan hatibû Diyarbekirê destnîşan kir ew ê HAMAS bi tu şiklî axên xwe nedî îsraîl.

Hamdan di hevpeyvîna ku da ÎLKHAyê de di derbarê  belgeya nû ya siyasetê ya ku hatiye weşandin de destnîşan kir HAMAS qetiyen di warê sînoran de bi îsraîlê rejîma siyonîst re li hev nekiriye û ev lihevkirin ne mimkûn e.

Hamdan di berdewama daxuyaniya ku da de destnîşan kir axên Filistînê bi temametî yên Filistîniyan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji behrê jeta erdê bi temametî Filistîn a Filistîniyan e. Me heta îro hebûna îsraîl nas nekir û em ê i îro pê ve jî nas û qebûk nekin. Ew ê berxwedan bêyî ku sist bibe berdewam bike. Tiştê ku siyonistan ji Xezzê derxistiye berxwedan bi xwe ye. Em ê nîşan bidin ku temamê van axan a xelkê Filistînê ye. Mixabin di nav me de kesên ku dibêjin HAMAS qebûlkirina mexlûbbûnê  teleb dike hene. Ji wan were qey ew ê HAMAS vê belgê qebûl bike û ew ê li ser wan axên din tu daxwaze neke û ew ê wan axan terk bike.”

“Ew ê HAMAS bi tu şiklî axên xwe nedî îsraîl”

Hamdan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew meseleya sînoran ne ji wan mesleyên ku HAMASê lihevkirin kiriye ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev yek ji ber şertê ku em di nav de ne ye. Me ji wan re sînorek diyar nekiriye. Berewajî ew di nav xeterê de ne.Pîvana sînoran diyar e. Li derveyî sînoran berxwedan heye. Me li wê derê qala xêzan kir, me qala sînoran nekir. Em qala wan xêzên ku ji teref wan ve hatine xêzkirin dikin, ne qala sînoran. Ger me qala sînoran kiribana ew dihat manaya qebûlkirinê dewletek e. Encax di vê belgê de bi şikleke eşkere hatiye vegotin ku HAMAS dê bi tu wechê hebûna îsraîl qebûl neke û ew ê axên xwe nede îsraîl.”

Hamdan di dawiya axavtina xwe de qala girîngiya destek dayîna berxwedana  HAMASê kir û teleb kir bila kesên bêhêz jî bi qasî ku ji wan tê ji berxwedanê re bibin alîkar.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe