Ew ê li gor taqwîma Hicrî jî bernameyên Wîladeta Pîroz bên tertîpkirin

Serokê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul bi daxuyaniya çapemeniyê ya ku belav kir destnîşan kir ew ê îsal li gor taqwîma Hicrî jî bernameyên Wîladeta Pîroz tertîp bikin.

Ji teref Serokê Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul û Berdevkê Platformê ve derbarê bernameyên Wîladeta Pîroz de daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Adnan Akgonulê Serokê Platforma Evîndarên Pêxember di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya Platformê hat lidarxistin de destnîşan kir  ew ê bernameyên îsal ên Wîladeta Pîroz, bi temaya “Rêberê Adalet, Aştî û Rahmetê Hz. Muhammed” bên tertîp bikin.

Akgonul di berdewama axavtina xwe de guhertinên ku îsal ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve derbarê bernameyên Wîladeta Pîroz de hatin kirin di bîran xist û diyar kir ew ê îsal li gor taqwîma Hicrî jî bernameyên wîladeta pîroz li dar bixin û dê ev bername di deh rojên dawî yên meha mijdarê de bên tertîpkirin.(ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin