Ew ê li tevahiya Tirkiyê“Îmtîhana Kahniya Qur’anê” bê tertîpkirin

Ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve dê di 5ê Mijdarê de li tevahiya Tirkiyê “Îmtîhana Kahniya Qur’anê” ya bi xelata umrê bê tertîpkirin.

Hat ragihandin ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve dê di 5ê Mijdarê de li tevahiya Tirkiyê “Îmtîhana Kahniya Qur’anê” ya bi xelata umrê bê tertîpkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Emîn Sutçuyê Koordînatorê Êlihê yê Platforma Nesla Qur’anê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ew ê îmtîhan di 5ê Mijdarê de bê kirin û dê di encama îmtîhanê de ji kesên ku dê bikevin derecê re xelata umrê bê dayîn. Koordîantor Sutçu di daxuyaniya ku belav kir de her wisa diyar kir ew ê serîlêdanên îmtîhanê di navbera dîrokên 23ê Îlon û 22ê Cotmehê de bê kirin.

Sutçu di berdewama axavtina xwe de diyar kir armanca Platforma Nesla Qur’anê ew ê ku şexsên bi feyde ji însanetiyê re perwerde bike û her wisa şopandina xêza rêbeza Îlahî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê  îmtîhan tev de ji 3 kategoriyan pêk tê. Di nav van kategoriyan de çend sûre ji cuza 30emîn, Tefsîra qisseya Hz. Adem û hinek hedîs hene. Ev qategorî tev de ji 2 kitêban pêk tê.”

Sutçu di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku dixwazin derheqê zêdetir agahiyan werbigrin dikarin serî li malpera www.kurannesliplatformu.com ê binêrin.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e