Ew ê Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî û Şehîdên Sûsayê bên bîranîn

Ji bo Şehîd Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku ji teref rejîma Kemalist ve berî vê 98 salan hatin şehîdkirin û ji bo Şehîdên Sûsayê yên ku berî vê 31 salan ji teref rêxistina murted PKKê ve hatin şehîdkirin bernameya bîranînê bê tertîpkirin.

Ew ê Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî û Şehîdên Sûsayê bên bîranîn

Ew ê bername îro ji teref Sûsa-Der û Cemîyeta Mustazafan ve li gundê Sûsaya Farqînê di seat 15.00an de bê tertîpkirin.

Li Sûsayê çi bûbû?

PKKyê ku ji roja hebûna xwe heta îro zulm li gelê Kurd ên Misliman kiriye di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîamek wehşiyane kir. PKKyê ku dîroka wê ji zulm û zordariyê dagirtiye rûyê xwe ya wehşiyane carek din li Sûsayê nîşan da.

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkerî li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê, piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorê derxistin derve.

PKK, destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yek jê bi giranî 2 kes birîndar bûn
Şehîdên Xezzeyê di hewşa nexweşxane û dibistanan tên veşartin
Rûsya, bû welatê yekem a ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê nas dike
AP: Fîrmayeke ewlehiyê ya Emrîkayê li Xezzeyê gule li sîvîlên birçî reşand
Divê li hember êrîşên ji nirxên dînî re bêdeng nemînin