Ew kesên dema Tirkîye dişewitî dengê wan dernediket niha diaxivin

Serokomar Erdogan li Duzceyê beşdarî 6emîn kongreya asayî ya partiya xwe bû û îfade kir ku “Dema Tirkiye dişewitî, alema Îslamê dişewitî kesên ku dengê wan dernediket niha di cî de daketin qadê û dest bi axaftinê kirin. Xêr e?”

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan li Duzceyê beşdarî 6emîn kongreya asayî ya partiya xwe bû, nav neda û Serokomarê kevn Abdûllah Gul rexne kir û got: “Ew kesên dema Tirkîye dişewitî, alema Îslamê dişewitî, qêrîn û nalînê wê bû, dengê wan dernediketin niha di cî de daketin qadê û dest bi axaftinê kirin. Di cî de  ev bertekdarî ji ku derket? Di demeke ku me sefê xwe jidan de ev hewesa fesadiyê ji ku derdikeve?”

Serokomar wisa li axaftina xwe zêde kir: “Di 15ê Tîrmehê de hevalên Kemal Beg bi me re li hember FETO nemeşiyan. Wan li Kolana Baxdatê ji tankan re li çepikan dixistin. Em van heşên mandeter û manqurt baş nasdikin.”

Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe de wisa got: “Dema alema Îslamê dişewitî, însanîyet diqêrîya û dizarîya kesên dengê wan qet dernediketin, tu bertek nedidan niha di cî de derketin qadê û ji vir de û wê de dest bi axaftinê kirin. Xêr e, ev zûbûn, ev xwestek, ev îştîyak ji ku derket? Di demeke ku em bi gelên xwe re mihebeta xwe kûr dikin de em mihebeta xwe zê de dikin de ev fesadî ji ku derket?”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin