"Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û sûc in"

Wezîrê Yekîtiya Ewrûpayê û Sergotûbêjker Omer Çelîk destnîşan kir ew tiştên ku li Arakanê li Mislimanan tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e.

Çelîk di daxuyaniya ku ji ser hisaba xwe ya twîtterê da de derheqê qetlîam û zilmên ku ji teref çeteyên Budîst û artêşa Myanmarê ve tên kirin de  nirxandinan kir. Çelîk di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e. Divê Neteweyên Yekbûyî û temamê saziyên navneteweyî di vê meselê de dest bi hareketê bikin.”

Çelîk di berdewama daxuyaniya xwe de di bîran xist ku di van 3 rojên dawî de bi hezaran Misliman hatine qetilkirin û bi sedhezaran Misliman jî ji cihên xwe hatine kirin. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di wê roja borî de tenê li gundekî 1000 kes hatin kuştin. Endamên artêşê û keşeyên budîst bi şikleke sîstematîk îmzê davêjin qetlîamê. Ew tiştên ku li Arakanê tên kirin bi şikleke eşkere qetlîam û li hember însaniyetê jî sûc e. Divê Neteweyên Yekbûyî û temamê saziyên navneteweyî di vê meselê de dest bi hareketê bikin.”

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin