Ewrên Tozê û Hişyarî

Ewrên Tozê Li Rojhilata Tirkiyeyê Heyatê Bizehmet Kir

Ewrên tozê yên sehra û Erebîstanê li hêla rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyeyê, heyatê xiste bin zehmetiyê.

Li gor xeberan hat gotin ev du roj e li Şirnex û navçeyên wê û li bajarên dor wê, ewrên tozê girtiye ser şehir. Ji ber ewrên tozê li Şirnexe derabê dikana venebûn. Xelkê pacên xwe, esnafan jî dikanê xwe girtin. Ji bo wesaîtan dîtina mesafeyê daket 100 metreyê.

Her wiha li Wan û Colemêrg û Erzeromê jî, ji ber ewrên tozê heyat zehmetkêş bû. Seferên teyaran yên li Wanê hatin betal kirin. Dîtina mesafeyê daket 200 metreyê. Ji ber vê yekê ji Enqere, Stenbol, Îzmîr û Entelyayê seferên teyara yên bi bal Wanê ve hatin betal kirin. Ji ber ewrên toz û germahiyê, li van dera heyat kete bin zehmetiyê.

Li aliyê din meteorolojiyê, ji bo hinek deveran hişyariya toz û barana heriyê da. Li gor beyana Miduriyeta Meteorolojiyê, tê hêvîkirin ku îro li Mêrdînê, Sêrtê, Batmanê, Şirnexê, Colemêrgê, Mûşê, Wanê, Bedlîsê, Çabakçûrê, Erzeromê, Agirî, Qersê û Erdehanê, barana heriyê bibare.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be