Ey alimên Kurdistanê! Armanca me yekitiya Mislimanan e

DİYARBEKİR - Serokê Giştî yê Îttîhad’ul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan di bernameya ku wek Hevdîtina Alimên Kurdistanê hatiye lidarxistin de axivî.

Serokê Giştî yê Yekitiya Alim û Medreseyan (Îttîhad’ul Ulema) Mela Enwer Kiliçarslan di bernameya ku wek Hevdîtina Alimên Kurdistanê hatiye lidarxistin de axivî. Kiliçarslan ragihand ji ber ku di nabeyna Mislimanan de wehdet heye hewl tê dayîn ku tefrîqe têxin nabeyna wan de.

Serokê Îttîhad’ul Ulemayê Kiliçarslan destnîşan kir divê armanca civakê pêk anîna rizayê Xweda bibe û temenî kir ku ev bername bibe wesîla xêrê.

Kiliçarslan ragihand ku Xweda dixwaze Misliman nimêj bikin, rojî bigirin û di nabeyna xwe de yekitî û wehdetê pêk bînin. Dûvre Kiliçarslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heke em di tefrîqayê de bibin em dê nekarin emrê Xweda pêk bînin. Heke em qiweta xwe ji dest bidin, xeyreta me dê biçe. Dûvre têkevin nav zîletê û ji aliyê eqîde û îbadetê ve nikarin azad bibin. Xweda dixwaze ku em dijî dijminan bibin yek. Ji ber ku wehdeta me zirarê dide xerbê ew tefrîqe dixin nabeyna me.”

 “Ey alimên Kurdistanê! Armanca me yekitiya Mislimanan e”

Kiliçarslan bal kişand ser tefrîqayê. Dûvre wiha pê de çû: “Xweda wiha ferman dike; ‘ Ji kesên ku dikevin tefrîqayê re ezab heye.  Gelo em ji vî tehdîta îlahî xelas bûne? Em dikarin bibêjin em birayên hev dû ne? Îro em dikarin bibêjin Xirîstiyan an jî sosyalîsteke di bin emrê Mislimanan de ye? Mixabin amîrên umeta Îslamê Xrîstiyan, sosyalîst û komînîst in. Gelo çima ev zîlet heye? Me dev ji wehdetê bernedaye û em nebûne bira. Di wehdetê de qiwet û îzet heye. Ey alimên Kurdistanê! Armanca me yekitiya Mislimanan e. Armanca kufrê jî Kurd in. Çima em dev ji eqîda bav û kalên xwe berdidin gor Xirîstiyanan hereket dikin.”

“Em amade ne ku destê xwe ya wehdetê dirêj bikin”

Kiliçarslan axavtina xwe wiha domand: “Ehlê Kufrê nîfaq dixin nabeyna me û ji bo petrol û madena alema Îslamê nêzî 30 welatan hatine cemhev. Misliman li ser malên xwe birçîne. DYE û Îngilîstan li ser malê Mislimanan kêf dikin. Heke embibin yek kêrê van nayê. Lê mêze bikin kesên ku çek didin destê van ciwanan me û medreseyên me tehdît dikin. Ewladên me qetil dikin. Wek Îttîhad’ul Ulema 70 medrese û 4 hezar xwendekarên me hene. Piraniyê wê li Kurdistanê 400 alim û nêzî 300 heb jî komeleyên me hene. Em bi alim û medreseyên xwe bûne yek. Dema ku dijmin êrîşê me bikin em dikarin xwe biparêzin. Em dixwazin ku destê xwe ya biratiyê dirêj bikin. Em amade ne ku destê xwe ya wehdetê dirêj bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye