Ez amade me ku di rêya Resûlullah de canê xwe feda bikim

DİYARBEKİR - Her weke ku tê zanîn duh li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin û bi sed hezaran kes bi coşeke mezin tevlî vê bernamê bûn. Kesên astengdar ên ku tevlî bernamê bûbûn di derbarê mijarê d

Kesê astengdar ê bi navê Bahattîn Ruzgar ji bona Wîladeta Pîroz ji Batmanê hatibû Diyarbekirê  di derbarê mijarê de diyar kir ew ê tu asteng nikaribe xwe li ber eşqa Muhammedî bigire.Ruzgar di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz. Muhammed tenê pêxemberê me nîne û dûvre wiha pê de çû: “Her kesê ku ji pêxember hez dike divê beşdarî van bernameyan bibin.Em bi van bernameyan Wî zêdetir nasdikin û jê hez dikin.Em digel vê halê xwe yê astengdar tevlî vê bernamê bûn ku divê kesê bi sihet jî beşdarî van bernameyan bibin.”

Abdulmenaf Alagozê ku digel zaroka xwe ya astengdar beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bûbû di derabarê mijarê de diyar kir ev bû 11 meh ku ew li benda vê bernamê disekinin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji ber eşqa pêxemberê xwe beşdarî vê bernamê bûn. Ev bû 11 meh ku em li benda vê bernamê ne. Her çi qas wext û derfeta me ji bona çûyîna Mekke û Medînê tunebe jî em tên Diyarbekirê û beşdarî Wîladeta Pîroz dibin.Ez û digel zarokên xwe hatin vê derê.Me bernamê pir eciband.”

“Astengiyên me divê pêşîya xêran negirin”

Yûsuf  Gulê ku çavên wî nabînin jî di derbarê mijarê de diyar kir ew qas zehmetiyên ummetê hene ku korbûna me li ber wan ne tiştek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê kesên astengdar ji hesasiyetên  xwe îslamî tawîzê nedin. Ez ji bona riza Xweda hatim vê derê. Divê mislimanên li Tirkiyê û dinyayê bibin yek. Gelek êş û elemên hevalên me yên ku di girtîgehê û li derveye girtîgehê de ne hene.Divê em ji bona wan dua bikin. Birayên min astengdar di dema van bernameyan de qet li malên xwe nerûnin û astengiyan nasnekin.”

“Ez amade me ku di rêya Resûlullah de canê xwe feda bikim”

Xaltiya Latîfe Kaymaza ku her sal bi şikleke rêkûpêk beşdarî bernameyan dibû jî di derbarê girîngîya mijarê de wiha axivî: “Ez her sal dihatim van bernameyan, lê îsal ez seqet bûm. Em ji bona Xweda û Resûlullah hatin vê derê.Li ber hezkirina Hz. Muhammed ji mirinê pê ve tiştek ne asteng e. Ez amade me ku di rêya Resûlullah de canê xwe feda bikim”(ÎLKHA)



















 



 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye